Bu haber kez okundu.

Şaredariya Wanê, Sala Nû Bi Tabelayên Kurdî Pêşwazî Kir
Şaredariya Wanê li ser daxwaza gel, bi tabeleyên kurdî yên “Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê” sala 2014’an pêşwazî kir û sersala gel bi vî avayî pîroz kir. Tabela li 5 têketinên bajar hatin çikilandin. 

Şaredariya Wanê ku di sala 2010’an de biryara ‘Xizmeta pirzimanî’ girtibû, li gorî vê biryarê bi minasebeta destpêka sala 2014’an li 5 têketinên bajarê Wanê tabelayên bi kurdî yên “Hûn bi xêr hatin Bajarê Wanê” çikiland. Tabela li ser rêyên Qelqelî, Payîzava, Erdîş, Artemêrt û Şaxê yên wan girêdide Wanê hatin çikilandin. Şaredariyê daxuyand ku wê xebatên wan ên ‘Pirzimanî bidomin’. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew ê di sala 2014’an de van xebatan derxin astekî herî bilind û wiha hate dirêjkirin: “Li ser daxwaza gelê me, 5 têketinên cuda yên bajêr hatin diyarkirin û li van cihan tabelayên kurdî hatin çikilandin. Me bi xebatekî wiha pîroz dest bi xebatên sala 2014’an kir. Xebatên me yên bi vî avayî di hemû qadên jiyanê de wê bidomin. Bi vê wesileyê, em sersala hemû gelê xwe pîroz dikin.” 


Avatar
Adınız
Yorum Gönder
Kalan Karakter:
Yorumunuz onaylanmak üzere yöneticiye iletilmiştir.×
Dikkat! Suç teşkil edecek, yasadışı, tehditkar, rahatsız edici, hakaret ve küfür içeren, aşağılayıcı, küçük düşürücü, kaba, müstehcen, ahlaka aykırı, kişilik haklarına zarar verici ya da benzeri niteliklerde içeriklerden doğan her türlü mali, hukuki, cezai, idari sorumluluk içeriği gönderen Üye/Üyeler’e aittir.